Almanya, Baerbockê dike namzedê serokatiya rêxistina giştî yê Neteweyên Yekgirtî

.

Hukumeta Almanya ragihand ku wê wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbockê ji bo dewra 2025-2026 bike namzeda serokatiya rêxistina giştî ya Neteweyên Yekgirtî. Eger Annalena Baerbock bê hilbijartin, wê di meha Êlûnê de, dest bi karê xwe bike.

Ajansa Nûçeyan ya Almanya DPA, ji derdora hukumetê agahiyan bidest xistiye û li gor agahiya ajansê, wê ji Partiya Kesk ku niha wezîra karên derve ya Almanyaye, wê ji bo dewra 2025-2026an Annalena Baerbockê bikin namzed. Hat ragihandin ku di vê mijarê de biryarname kirine ber îmza wezîran.

Eger Baerbock di meha Hezîranê bê hilbijartin, wê ji parlementeriya meclisa federal îstîfa bike. Hat gotin ku Baerbock berya hilbijartinê, di meha Gulanê de, dê li New Yorkê bernama xebata xwe bide naskirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle