Almanya alîkariyên di warên lojîstîk, tenduristî û medyayî dide Pêşmerge

.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Fermandarê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê pirsa alîkariyên Almanyayê yên di warên lojîstîk, tendirustî û medyayî de ji Hêzên Pêşmerge re gotûbêj dikin.

Wezareta Pêşmerge belav kir, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr bi Fermandarê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Lars Persikowski re civiya.

Di civînê de pirsên girêdayî Wezareta Pêşmerge û tîma leşkerî ya Almanya li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Herwiha behsa çaksaziya Wezareta Pêşmerge, pêngavên pêvajoyê û alîkariyên Almanyayê yên di warên lojîstîk, tendirustî û medyayî yên ji hêzên Pêşmerge re hatin kirin.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Fermandarê Hêzên Almanya tekezî li ser berdewamiya peywendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge amadehiya Wezaretê ji bo hevkarî û heVahengiya zêdetir li gel welatên hevpeyman bi taybetî Almanyayê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan di hemû waran de nîşan da.
K24

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir