Almanya 50 milyon euro piştgiriyê dide Sûriyeyê

.

kariya darayî ji bo pêdiviyên xwarin û pizîşkî bide Sûriyê.

Baerbock îro Yekşemê 12.01.2025 li Riyadê paytexta Erebistana Siûdî beşdarî civîneke derbarê Sûriyê de ligel welatên nûneratiya Komkara Erebî bû.

Baerbock di civînê de axivî û got, "Berlîn ji bo rakirina dorpêçan çareseriyeke bi aqil pêşniyar kiriye da ku gelê Sûriyeyê hinekî rehettir bibe."

Wezîra Alman, diyar kir ku divê êdî gelê Sûriyeyê ji veguhertina desthilatdariyê bi lez sûdê werbigire û got, "Weke salên şerê navxweyî, em ê alîkariya malbatên bêwar ên li Sûriyeyê jî bidomînin. Di vê çarçoveyê de em ê 50 milyon euroyên din jî ji bo xwarinê û pêdiviyên tenduristiyê bidin."

Annalena Baerbock tekez kir ku divê siza li dijî hevalbendên Beşar Esed ku tawanên giran di şerê navxweyî yê Sûriyê de pêk anîne berdewam bikin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle