Almanya 40 dîplomatkarên Rûsî ji welatê xwe der dike

.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand, li hember tawanên Rûsyayê yên li bajarê Bucha û deverên din ên Ukraynayê, 40 dîplomatkarên Rûsî yên li Almanyayê têne derkirin.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand, li hember tawanên Rûsyayê yên li bajarê Bucha û deverên din ên Ukraynayê, 40 dîplomatkarên Rûsî yên li Almanyayê têne derkirin.

Ev pêngava Almanyayê piştî wê yekê tê ku çend welatên din Ewropayê bi heman şêwe, piştî tawanên li Buchayê, hejmarek dîplomatkarên Rûsî ji welatê xwe der kirin.

Di vê çarçoveyê de heta niha Belçîka 21 dîplomatkar, Holanda 17 dîplomatkar, Îrlanda 4 dîplomatkar û Çekya jî dîplomatkarekî Rûsî ji welatê xwe der kirine, tevî Almanyayê hejmara dîplomatlarên ku hatine derkirin, gihîşt 83 dîplomatlaran.

Roja 1ê Nîsanê artêşa Ukraynayê bajarê Bucha yê li nêzîkî Kîevê kontrol kirin, piştî vekişîna artêşa Rûsyayê jî, hejmarek vîdeo hatin belavkirin ku tê de avahiyên bajêr wêran bûne û li bajêr 410 termên welatiyên sivîl hatine dîtin.

Piştî vê yekê pêla şermezarkirin û nerazîbûneke tund a navdewletî li hember wan tawanan dest pê kir û gelek welatan komkujiya xelkê Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, şermezar kirin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin