Alîgirên Sedr ketin nav Qesra Serokomariyê ya li Bexdayê

.

Li paytextê Iraqê bajarê Bexdayê, alîgirên Muqteda Sedr ketin nav Qesra Serokomariyê.

Komeke alîgirên pêşengê Şîe Muqteda Sedr li paytextê li Herêma Kesk a parastî, avêtin ser Qesra Serokomariyê.

Ji aliyekî din va komeke din a alîgirên Sedr jî Ketin Qesra Hikûmetê ya li Bexdayê.

Muqteda Sedr di daxuyaniya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihandibû ku ew ji siyasetê vekişiya û gotibû, "Ez radigihînim ku min dest ji karên siyasî kişand û ez bi temamî ji siyasetê vekişiyam. Merzelê bavê min, saziya berhema dîrokî û muzeya malbata Sedr ne tê de, min biryara girtina hemû saziyan da."

Li dûv re komeke alîgirên Sedr li ber Qesra Hikûmetê ya li Herêma Kesk kom bûbû, hikûmet protesto kiribû û her wiha bang kiribû ku hikûmet îstifa bike.

Li ser vê yekê li Bexdayê ji ber çalakiya alîgirên Sedr qedexeya derketina derva hatibû ragihandin. 

Di daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de hatibû ragihandin, li Bexdayê îro ji saet 15.30 pê ve biryara qedexeya derketina derve hat dayîn.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt