Alîgirên Bolsonaroyî bi ser avahiya Kongreyê de girtiye: Bi kêmanî 150 kes desteser bûne

.

Hêzên ewlehiyê yên Brezîlyayê, alîgirên serokdewletê berê Jair Bolsonaroyî ji avahiya Kongre, ya Qesra Serokdewletiyê û ya Dadgeha Bilind derxistine. Serokdewlet da Silvayî xwenîşandan bi gotinên “hov, neo-faşîst û tundrew” penase kiriye.

Duh bi şev li Brezîlyayê alîgirên serokdewletê berê yê rastgirê tundrew, Jair Bolsonaroyî bi ser avahiyên Kongre, Qesra Serokdewletiyê û  Dadgeha Bilind de girtibûn û ketibûn nava van avahiyan. Hêzên emniyetê yên Brezîlyayê xwenîşander ji van avahiyan derxistine û kontrola avahiyan girtine destê xwe. 

Serokdewletê Brezîlyayê yê ku di 1ê Kanûna Paşiyê de li Parlamentoyê sond xwaribû û dest bi erka xwe kiribû, piştî xwenîşanderan her sê avahî bi dest xistin, ferman daye hêzên emniyetê û gotiye ku bila midaxele bikin. Hêzên emniyetê bi gazên rondikrêj midaxele kirine û bi kêmanî 150 kes desteser kirine. 

Serokdewletê Brezîlyayê Lula da Silvayî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê serdegirtinan de daxuyaniyek weşandiye û gotiye, "Dema me hîna hikûmet ava dikir, sûd ji bêdengiya roja yekşemê wergirtine û tiştê ku dixwestin kiriye."

Lulayî diyar kiriye ku li pişt serdegirtinê de serokdewletê berê yê Brezîlyayê heye: "Weke hûn dizanin, gelek axavtinên serokê berê hene, yên ev tişt teşwîq dikir. Ev jî di bin berpirsiyariya wî û alîgirên wî de ye."

Piştî vê peyamê, Lulayî peyameke din weşandiye. Di vê peyamê de fotografek heye ku Lula, bi parlamenteran û endamên Dadgeha Bilind re diaxive. Lulayî gotiye:

"Duh bi şev ez li Qesra Planaltoyê (Qesra Serokdewletiyê) û Dadgeha Bilind bûm. Kesên ku li Brezîlyayê ziyandana li malên dewletê teşwîq kirine, wê bên tespîtkirin û cezakirin. Em ê sibê xebatên xwe li Qesra Planaltoyê dewam bikin. Her daîm demokrasî..."

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, di dema serdegirtinan de Lula da Silva ne li paytext Brasiliayê bû û derbarê serdegirtinan de gotiye, "her kesê di serdegirtinan de cih girtine wê bên cezakirin" û xwenîşandar bi gotinên "hov, neo-faşîst û tundrew" penase kiriye.

Serokdewletê berê yê Bolsonaro beriya Lula sond bixwe, ji Brezîlyayê çûbû eyaleta Floridayê ya DYAyê û li wir bi cih bûbû. Bolsonaroyî jî piştî serdegirtinan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye. Bolsonaroyî serdegirtin şermezar nekiriye û Lulayê ku ji ber serdegirtinan ew weke berpirsiyar nîşan daye, rexne kiriye.

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin