Alî Babacan bi Kurdî bertek nîşanî sansura ATVê da

.

Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan bertek nîşanî sansura li hember zimanê Kurdî ya televîzyona ATVê nîşan da.

Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan bertek nîşanî sansura li hember zimanê Kurdî ya televîzyona ATVê nîşan da.

Alî Babacan li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê Kurdî diyar kir: “Ev nêrîna ku rencîde dike, em red dikin. Şerm e, guneh e, heyf e.”

Li televîzyona ATV ya Tirkiyê, axaftina mêvaneke bernameyê ya bi zimanê Kurdî hat sansurkirin.

Di bernameya bi navê “Esra Erol” a televîzyona ATV de keçeke Kurd a bi navê Gulay, ku ji mala xwe reviyabû, bû mêvanê bernameyê.

Dayik û bavê Gulay ji bo dîtina wê hatin bernameyê, lê ji ber ku dayika wê Besîme bi Tirkî nizanibû, bi keça xwe Gulay re bi Kurdî axivî û jê re got: “Kutkê te hene. Qurbana te me. Keça min."

Axaftina Besîme ya bi zimanê Kurdî ji aliyê televîzyonê ve hate bêdengkirin. Pêşkêşvana bernameyê Esra Erol ji malbatê xwest, ku gotinên hatin gotin fêm bike. Piştre Gulay axaftina dayika xwe wergerande Tirkî.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye