Alexander Dugin: Sûriye ji bo Erdogan xefkek bû!

.

 Pisporê strajejiyan û siyasetmedarê Rûs Alexander Dugin got, “Sûriye ji bo Erdogan xefkek bû, wî xetayeke stratejîk kir.”

Şama paytexta Sûriyeyê ket destê Tehrîr El Şamê û desthilata Beşar Esed qediya.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dema êrişa Tehrîr El Şamê berdewam dikir gotibû, “Hedef Şam e, hêvî dikim ku rêwîtiya mixalifan bê qeza û bela be.”

Dema ku Tehrîr El Şamê û hinek komên din ên çekdar êrişî herêmên di destê Esed de dikir komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê jî êrişî Minbicê kir.

Li Minbicê heta niha jî şer berdewam dike lê Tirkiye piştgiriyê dide çekdaran û wê doh Kobanî jî topbaran kir.

Tirkiyeyê doh li Eyn Îsayê jî 11 sivîl kuştin ku ji heman malbatê bûn û 6 ji wan jin û zarok bûn.

Alexander Duginê ku wekî “mêjiyê Putin” tê zanîn bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser polîtîkaya Erdogan a Sûriyeyê peyamak belav kir.

“Wî xiyanet li Rûsyayê kir”

Dugin diyar kir ku Erdogan xiyanet li Rûsya û Îranê kir û got:

“Sûriye ji bo Erdogan xefkek bû, wî xetayeke stratejîk kir.

Wî xiyanet li Rûsyayê kir, wî xiyanet li Îranê kiribû. Mala wî viritî.”

“Dawiya Tirkiyeya Mustafa Kemal dest pê kir”

Alexander Dugin amaje pê kir ku êdî Rûsya piştgiriyê nade Tirkiyeyê û diyar kir.

“Niha dawiya Tirkiyeya Mustafa Kemal dest pê kir, me heta niha piştgirî da we.

Piştî niha hûn dê tobe bikin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle