Aldar Xelîl: Bila ENKS Ofîsên Xwe Veke

Aldar Xelîl daxwazê ji Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dike ku ofîsên xwe veke û çalakiyên xwe bike.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl daxwazê ji Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dike ku ofîsên xwe veke û çalakiyên xwe bike.

Di rojnameyeke nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk de  Aldar Xelîl dibêje ku nakokiyên aliyên siyasî ne ewqas mezin in wekî ku tên nîşandan û ev nakokî bandorê li ser helwesta niştimanî nakin dema ku armanc xizmetkirina gel be.

Aldar Xelîl got ew nizane çima ENKS ofîsên xwe venake û çalakiyên xwe nake bi taybet piştî ku Rêveberiya Xweser biryar da ku ofîs bên vekirin û karê siyasî bê kirin.

Xelîl herwiha anî ziman ti astengî li pêş ENKS tune ye û pêwîstiya vê qonaxê bi her xebateke niştimanî û berpirsyar heye.

PDK-S: Divê girtiyên siyasî bêne berdan

Endamê Polîburoya Partirya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Muhsin Tahir ji Rûdawê re ragihand, ku berî çareserkirina pirsa vekirina ofîsên wan, divê girtiyên siyasî bêne berdan û eşkere kir, ku berdana girtiyan yek ji gavên çêkirina baweriyê ne.

Muhsin Tahir got lihev hatina wan û PYD divê di bin çavdêriya aliyekî navdewletî be, ji ber ku bi gotina wî, berê jî 2 caran lihevkirin çêbû, lê herdu caran jî hate hilweşandin.

Siyaset Haberleri

Peyama Serok Barzanî di salvegera 43ê ya Enfala Barzaniyan de
Keşeyê Dêra Kurdî-Încîlî ya Beyrûtê li Efrînê hat girtin
Dihok: Di parastina çanda kurdewarî de jin li pêşiya mêran in
Ahmet Davutoglu dev ji siyasetê berda û hilweşandina Partiya Pêşerojê ragehand
5 şêwirmendên Îranî di êrişên li Îraqê de hatin kuştin