Ala Kurdistanê û Danîmarka

.

Roja 17.12.2022an li çend bajarên Danîmarkayê ji aliyê akincîyên Kurdistanî yên li Danîmarak ve roja Ala Kurdistanê hate pîroz kirinê.

Wek li seranserê Kurdistanê, li hemî derên ku kurd lê dijîn roja Ala Kurdistanê li bi awayên cûda hatin pîroz kirinê.

Li çend bajarên Danîmarkayê jî ev roja pîroz ji alîyê akincîyên kurd ve hatin pîroz kirinê. Yek ji van bajaran jî bajarê Albertslund ya Danîmarka yê bû. 

Bi amadekarîya Fedreasyona Komelên Kurdî ku gelek kes  û malbat bi zarok xwe, bi cilû bergên kurdî, alayên Kurdsitanê û xwarinên cûr be cûr yên kurdî beşdarên vî roja pîroz bibûn ev roja hat pîroz kirinê.

Ahenga Ala yê bi srûda neteweyî û axaftina serokê federasyonê Ednan Axacan destpê kir. Aheng heta nivê şevê bi sohbet, muzîk û govendê domand.

Di dawîya şevê de, beşdar bi hêvîya hevdîtin û temenîyên xêr û xweşîyê û ji bo pêkhanîna ahenga Ala Kurdsitanê sipasîya federasyonê xatir ji hev xwestin.

Rûpela Nû/Danîmarka
17.12.2022

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?