Aktoreke Kurd li Lubnanê xelata baştirîn aktora jin bi dest xist

.

Grûpa Şanoyê ya Hewar li Kerkûkê bi nûnertiya Kurdistan û Iraqê beşdarî Festîvala Navdewletî ya Trablusê li welatê Lubnanê bû.

Aktora Kurd a nişteciya Kerkûkê di Festîvala Navdewletî ya Trablusê ya Lubnanê de xelata baştirîn aktora jin bi dest xist.

Grûpa Şanoyê ya Hewar li Kerkûkê bi nûnertiya Kurdistan û Iraqê beşdarî Festîvala Navdewletî ya Trablusê li welatê Lubnanê bû.

Şanoger Hewar Faris ku di festîvalê de xelata baştirîn aktora jin bi dest xist, ji K24ê re got: “Hesteke xweş bû ku me bi cilûbergên Kurdî û Ala Kurdistanê beşdarî festîvalê bûn û min xelata yekem a aktora jin bi dest xist.”

Festîvala Şanoyê ya Trablusê ya li Lubnanê di 27ê Tebaxa 2022yan de dest pê kir û çar roj berdewam bû, ji bilî nimayîşa çend şanoyek, hejmarek çalakiyên din jî hatin encamdan.

(K24)

Kurdîstan Haberleri

HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?
DI TOREYA KURDÎ DE ŞAHÎYA BERANBERDANÊ
Qasim Erecî: Em û Koalîsyon gihîştin qonaxa pêwendiyên dualî
Enstîtuya Kurdî ya Amedê ji bo zarokan 20 pirtûkên nû çap kirin
Dr. Radwan Badînî: Dîrok tenê ji aliyekê de nayê nivîsandin…