Akar: Em li ser pêkanîna operasyona li Minbic û Til Rifetê rijd in

.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê da xuyakirin, ew li ser pêkanîna operasyonekê li Minbic û Til Rifetê rijd in û piştî temamkirina amadekariyan ew ê dest bi operasyonê bikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li Îzmîrê di dema manoreya leşkerî de bersiva pirsên rojnamevanan da û got, operasyon mijara lojîstîk û hesabê ye. Piştî temambûna amadekariyan, ew ê di dem û zemîneke guncaw de dest pê bikin.

Akar got, niha herî zêde êrîş li deverên Til Rifet û Minbicê li wan tên kirin. Amerîka û Rûsya jî sozên ku dane dê bi cîh bînin, ew li ser biryara xwe rijd in û naxwazin pirsên gefê bimînin.

Akar derbarî gotinên Beşar Esed yên redkirina operasyonê de jî got, ew girîngî nadin gotinên wî, ew li karê xwe dinêrin.

Berpirsên Tirkiyê demeke gefa pêkanîna operasyonê Til Rifet û Minbicê dixwin, Serokê Sûriyê Beşar Esed jî di hevpeyvîneke telefizyonî de ragihandibû, Sûriye li ser asta fermî û cemawerî dê rûbirûyî her hewleke dagîrkirinê ya Tirkiyê bibe.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN