Akademîya Kurdî li Stockhomê êrîşa Parîsê bi tundî şermezar kir

.

Akademîya Kurdî li Stockhomê bi daxuyaniyek êrîşa Parîsê bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya Akademîya Kurdî li Stockhomê wiha ye:

Em xemgînîya xwe digihijînin malbatên kurd ên sê kesên ku jîyana xwe ji dest dane. Roja înê 23 Berfanbar li navenda Parîsê kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a hunermend Ahmet Kaya kir û di encama êrîşa hovane de sê kesan jîyana xwe ji dest dan û sê kes jî birîndar bûn. Divê kujerê 3 kurdên Fransayê bihêtê zelalkirin, eşkerekirin û tawana kujerî li gorî qanûna Fransî be. Serokwezîr Emmanuell Macron yê hûkûmeta niha û Fransayê berê jî, hertim bi piştevaniya gelê Kurd û Kurdistanê kirine û ji ber vê yekê jî bûne hedefa terrorîstan. Fransa welatekî demokratirîn e û divê hay ji terrora organîzekirî hebe. Em hemû êrîşên terrorîst ên li Fransa û Ewropayê dibin, şermezar dikin. Hin xwepênîşandanên Parîsê metodên tundîtîyê bikartînin; ev ne aqilê kurdan e. Paşbingeha bûyerê pir girîng e û tenê ne nasyonalîzmekî fransî ye. Em Fransa mîna xwişk û birayê Kurdistanê dibînin.

Em hemû dizanin ku dewletên terrorîst hene û ew pir bi hêz in. Ev êrîş dikare plankirîya kûr be. Divê kurd di xwepênîşandanên xwe de metodên tundîtiyê bikarnehînin û digel helwesta serokwezîr Macron bin.

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM li dijî hemû bûyerên tundîtîyê ye.

23.12. 2022

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM

Sekreterê Akademîya Kurdî

Dr. Najmaddin KARÎM  

Serokê Akademîya Kurdî

Doktoremend Maruf YILMAZ

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?