Akademiya Kurdî li Stockholmê bi tundûtijî êrîşên pasdarên Îranê li ser Hewlêrê şermeşar kir

.

Em bi ser navê Akademiya Kudî bangê li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî, hêzên navxweyî û  hêzên navdewletî  dikin ku ew rê li ber êrîşên Îranê bigirin û Hêrema Kurdistanê bi tenê nehêlin.

Êrîşa Îranê ya li Hewlêrê – Mossad-îsraîl kir armanc, lê armanca sereke têkbirina kurdan e.

Iraq piştî erîşê gazî balyozê îranê dike û êrîşa Îranê şermezar dike. Berê li Hewlêrê çend teqîn çêbûn û di piştwan teqînan de Îran hebû. Îran di êrîşa Hewlêrê de robotên  balîstîk bikar anî û ev bikaranîn li dijî  Mossad-îsraîlê bû, lê bi ya me êrîş ji bo têkbirina destkeftiyên Herêma Kurdistanê ye. Supahê Padarên Şoreşa îslamî berpirsyariya xwe girte ser xwe. Iran li Hewlêra Kurdistanê êrîşên balafirên

 bêmirov pêk anî û bi hawayî qanûnên NY, YE û ya  Iraqê bixwe jî binpê kir. Îran Hewlêr wek Navenda Mossad -îsralê nîşan dide, lê bê bingeh e. Îran rêxistinên terorîst li hemberî Ewropa û Amerîkayê bikar tîne, lê ew bixwe bavê rêxistinên terorîst e.

17.01.2024

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM

Kurdistan Haberleri

Berpirsê PWK Orhan Kaya Li Dihokê seredana PDKê kir
Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî
Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin