Ajanseke Rûsî: MITê ji Opozîsyona Sûriyê xwestiye ku ji Tirkiyê derkeve

.

Ajansa Sputnîk a Rûsî ragihand ku Îstîxbarata Tirkiyê (MIT) ji endamên Opozîsyona Sûriyê xwestiye ku berî dawiya salê ji Tirkiyê derkevin.

Li gor jêderên ku ji ajansa Rûsî re axivîne, serokê Tirkiyê biryar daye ku di nava 3 mehan de ofîsên Îtîlafê werin girtin û alîkariya madî ku ji wê re tê pêşkêşkirin, di nava wê demê were rawestandin.

MIT ji endamên Îtîlafê re gotiye, heta berî sersalê dawî, li Tirkiyê dawî li karê xwe yê siyasî û medyayî bînin û biçin ji xwe re li cihekî din bigerin.

Îstîxbarata Tirkiyê her wiha eşkere kiriye ku endmên opozîsyona Sûriyê ku bûne hemwelatiyê Tirkiyê dikarin bimînin, lê bi mercê ku li dijî Sûriyê karê siyasî û medyayî nekin.

Heta niha Tirkiyê mûçeyê berpirsên Opozîsyona Sûriyê dida û bi her awayî alîkariya wan dikir.

Endamê Desteya Siyasî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdulmecîd Berekat ji Rûdawê re got, ev yek ne rast e û tenê propagendeyên Rûsya û Îranê ne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa Beşdarî Kongreya Yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Bû
Li Îraqê operasyona mezin a gendeliyê: Parlamenter û berpirsên bilind hatin desteserkirin
Nêçîrvan Barzanî Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî qebûl kir
Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin