Ajalên şewatê li Diyarbekir tên dermankirin

.

 Dermankirina ajalên di şewata navbera Diyarbekir û Mêrdînê de şewitîn, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve, li Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Ajalan berdewam e.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bi 6 wesayitên agirkujiyê û 60 xebatkaran di hewara şewata ku li qadeke 66 kîlometreyen çargoşe daye ber xwe, çû. Piştî şewat hat vemirandin ji bo dermankirina ajalên ku di şewatê de birîndar bûbûn, Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyona Ajalan a Midûriyeta Karên Tenduristiyê seferber bû.

Di dema şewatê de, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekir, Wan, Mêrdînê û Zanîngeha Dîcleyê beşdarî xebatên vemirandina agir bûn. Tîman li qada şewatê gelek ajal derman kirin. Destpêkê ajalên ku birîndar bûbûn, bo Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Ajalan hatin veguhastîn û digel tîmên Şaredariya Beşîktaşa navçeya Stenbolê hatin dermankirin.

Gerînendeyê Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyona ajalan Jêhat Altun, diyar kir ku wan wek Midûriyeta Tenduristiyê ji kêliya yekem ve midaxaleyî qadê kirine û ajalên birîndar bi kordînasyona Odeya Veterînerî ya Dîyarbekirê, Rêveberiya Parêzgeha Çandiniyê û Zanîngehê derman kirine.

Altun wiha got: “Di roja yekem de, dermankirina pewist a 11 ajalên birîndar hat kirin. Roja din ji bo derzîlêdana tetanosê ev ajal hatin şandin Stenbolê. Di roja duyemîn de tîmên Şaredariya Beşîktaşê çûn herêma ku şewatê û li wir dermankirina pêwîst a pez û ajalên din hat kirin. Hespek jî di nav de, dermankirina 11 sewalên din jî berdewam dike. Piştî dermankirina wan biqede, ew ê heywanan li xwediyên wan vegerînin.

Hejaye gotine ye di şewate de, 924 ajal mirar bûn, nezî 300 ajal hatin serjekirin û bi sedan ajal jî birîndar bûbûn.

K24

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye