Ahmet Şik piştî gotina “faşîstên Kurd” lêborîna xwe xwest

.

Berbijêrê parlamenteriyê yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik, ji ber gotinên xwe yên “Ez nikarim bi faşîstên Kurd de bikevim” lêborîn xwest.

Vîdeoya Ahmet Şik ê ku duh li ser tora civakî belav bû û tê de Kurd armanc girtibûn, di medyaya civakî de bû mijareke germ.

“Ez lêborînê dixwazim”

Şik li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek li ser bertekan da û got, “Bêyî ku mijar, bûyer, kesên di bûyerê de vebêjim ez ji hemû dostên xwe yên HDP, gelê Kurd û rêhevalên TÎPê lêborînê dixwazim ji ber van gotinên ku nêrîn, niyet û hestên min nîşan nadin.”

Ahmet Şik di berdewama daxuyaniya xwe de anî ziman, “Di serî de di dema têkoşîna heta 14ê Gulanê de û ya piştî wê jî beriya her tiştî tenê hewla min dê ew be ku zirarê nedim daxwaza me ya aştî û biratiyê.”

Çi bû?

Ahmet Şik di axaftina xwe ya bi welatiyekî re gotibû, “Binêre, Selahattîn (Demîrtaş) îro em êşandine. Qaşo em di heman tifaqê de ne. Ê kir jî Selahattîn e. Selahattîn ji HDPê derxin, li holê HDP namîne.”

“Ez nikarim bi faşîstên Kurd de bikevim”

Li aliyê din welatiyê ku gotinên siyasetmedarê Kurd Hasîp Kaplan ên “Bila Tirkek neyê serê HDPê” bi bîr xist û Şik jî li ser vê yekê got, “Ez jî ji vê yekê aciz im. Têra xwe faşîstên Tirk hene, ez nikarim bi faşîstên Kurd de jî bikevim.”

Bertek hatin nîşandan

Di serî de Kamuran Yuksek, Ferhat Encû, Îmam Taşçier, Omer Ocalan û Sîbel Yîgîtalp gelek kesan bertek nîşanî gotinên Ahmet Şik dan.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’