Agirbesta navbera Israîl û Hemasê dest pê kir

.

Li gor zanyarên Ajansa France Pressê, îro roja Înê, 24ê Mijdara 2023ê, agirbesta navbera Israîl û Hemasê dest pê kir.

Eynî ajansê amaje da wê yekê jî ku biryar e ev agirbest çar rojan berdewam be.

Çarşema borî Hemas û Israîl li Xezzeyê gehiştin lihevkirinekê û agirbestek ji bo dema çar rojan ragehand, bi wî şertî ku Israîl 150 jin û zarokan ji zindanên xwe azad bike, li bernaberî azadkirina 50 jin û zarokên ku ji aliyê Hemasê ve hatine revandin, herwesa derbazbûna zêdetir arîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê.

Doh roja Pêncşemê, 23ê Mijdara 2023ê, Nivîsîngeha Ragehandinê ya Hikûmî li Xezzeyê eşkere kir ku hejmara kuştiyan li Xezeeyê ji ber êrîşên Israîlê gehiştiye 14 hezar û 854 kesan, herwesa di nav wan kuştiyan de şeş hezar û 150 zarok û çar hezar jî jin in.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Hikûmî li Xezzeyê herwesa amaje dabû ku hejmara birîndaran ji 36 hezar kesan boriye û sê parên wan jin û zarok in.

Herwesa got, “Zêdetirî heft hezar kesan ji ber êrîşên Israîlê li Xezzeyê winda ne”.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin