Agir careke din bi çiyayê Giwêjeyê li Silêmaniyê ket

.

Şewata li çiyayê Giwêjeyê li Silêmaniyê piştî ku ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ve hat kontrolkirin, dîsa derket û tîm ji bejahî û asman ve hewl didin vemirînin.

Peyamnêra K24ê li Silêmaniyê got: Piştî ku agir bi beşeke çiyayê Giwêjeyê ket û piştre hat kontrolkirin, îşev careke din derket û heta niha nehatiye kontrolkirin.

Peyamnêra me amaje bi wê yekê kir, ji ber ku cihê agir lê derketiye zehmet e û gihîştina tîmên Berevaniya Şaristanî bi rêya bejahî zehmet e, lewma hewl didin bi firokeyan vemirînin.

Diyar kir jî, agir li nêzîkî navçeyeke niştecihbûnê ketiye û tîmên Berevaniya Şaristanî hewla kontrolkirina wê didin.

Demek e nûçeya çêkirina projeyekê li çiyayê Giwêjeyê belav bûye û ev jî bûye cihê nerazîbûna xelkê Herêma Kurdistanê.

Têkdana çiyayê Giwêjê, bûye sedema nîgeraniyeke cidî di nav jîngehparêzan û welatiyên Silêmaniyê de û têkdana çiyayê Giwêjê, wek pêngavekê ji bo têkbirina sîma û jîngeha Silêmaniyê dinirxînin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye