Agir bi girtîgeha Êvîn a Tehranê ket

.

 Li paytexta Îranê bajarê Tehranê li Girtîgeha Êvîn a ku girtiyên siyasî tê de ne, piştî teqînên şewat derket. Sedema teqînan nayê zanîn ji ber çi ye, hat îdiakirin ku dibe ku girtiyên siyasî serî hildabin.

Li gor agahiyên berdest ku dîmen li ser torên medyaya civakî hatine belavkirin, li Tehranê di Girtîgeha Êvînê de ku girtiyên siyasî lê dimînin 5 teqîn çê bûn û piştî teqînê pêlên agir ji girtîgehê bilind bûn.

Hat îdiakirin ku dibe ku girtiyên siyasî li girtîgeha ku ey hev 5 teqîn pêk çêbûnê dest bi serhildanê kirine.

Di hin vîdyoyan de tê dîtin ku gelek hêzên ewlehiyê û agirkujiyê ji bo kontrolkirina rewşê çûne cihê bûyerê.

Girtîgeha Êvînê yek ji zindanên navdar ên Îranê ye ku li herêma Seadatabadî yaTehranê ye. Beşek ji girtîgehê ne di bin çavdêriya dadgeriya Îranê de ye û ji aliyê Îtlaat û Supay Pasdaran ve tê birêvebirin û beşek ji girtiyan jî kesên siyasî ne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle