Agir bi Bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê ket

.

Agir bi Bazara Qeyseriyê ya dîrokî ya Hewlêrê ket.

Di vîdyoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin de tê dîtin ku agir bi gelek dikanan ketiye.

Nûçegihanê Rûdawê Ferhad Dolemerî ragihand ku 16 tîmên agirvemirandinê ji bo kontrolkirina agir dixebitin.

Tîmên agirvemirandinê û welatî hewla kontrolkirina agir didin.

Heta niha sedema şewata Bazara Qeyseriyê nayê zanîn lê tê gumankirin ku ji ber elektrîkê be.

Şahidekî ji Rûdawê re ragihand ku agir saet 20:30ê êvarê derketiye.

Parêzgar, Qeymeqam û Rêveberê Giştî yê Parastina Sivîlan ên Hewlêrê li cihê bûyerê ne.

Yek ji şahidan sedema şewatê bi hebûna perdeyên li ser eşyayan ve girê da û got:

“Berî niha şaredariyê hişyarî dabû esnafan ku perdeyan rakin, hinekan qebûl kiribû, hinekan jî nekir.”

Şahidekî din jî ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkî 20 dikanan şewitîne.

Xwediyê dikanekê ji Rûdawê re got:

“Dikana me bi temamî şewitiye û me 20 hezar dolar ji dest dan.”

Karmendekî agirvemirandinê ji xelkê xwest ku cihê bûyerê vala bikin ku karibin karê xwe bi rêkûpêkî bikin û agir vemirînin.

Şahidekî din ji Rûdawê re da zanîn, “Agir bi bazara Sêbîran û kolana yekem a Qeyseriyê ketiye.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle