Afirandina rewşa ewlehî li Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve berdewam e

.

Piştî derbasbûna zêdetir ji 200 rojan ji şoreşa “Jîna”yê û tevgera rewa ya xelkê Kurdistanê, rejîma Îslamî ya Îranê niha jî gelek ji xelkê Kurdistanê ditirse û di piraniya bajarên Kurdistanê de rewşa ewlehî herwisa zal e.

Pêka raporekê ku bo Odeya Nûçeyî ya Ragihandina Hizba Demokrat hatiye şandin, piştî derbasbûna zêdetir ji 200 rojan ji şoreşa “Jîna”yê, hê jî rewşeke ewlehî di piraniya bajarên Kurdistanê de berdewam e û rejîma Îranê bi danîna xalên lêkolîn û cihgîrkirina bikirêgirtî û pasdaran di wan cihan de, xelkê vedikolin û çavdêriyê bi ser xelkê de dikin.

Bilî vê rewşa ewlehî, xelkê Rojhilatê Kurdistanê li warê dahat û bijîva jiyana xwe de li bin givaşeke zêde de ne û roj bi roj nirxa tiştan û hewcehiyan bilindtir dibin û piraniya xelkê şiyana kirina hewcehiyên jiyana xwe nînin.

Lê tevî vê rewşê ku rejîmê bi ser Kurdistanê de sepandiye, xelkê Kurdistanê li ser daxwaza xwe ya rewa pêdegir in û ji her derfetekê bo dijayetîkirin digel rejîma Îslamî ya Îranê mifah werdigrin.

Di heyama derbasbûyî de, xelkê Kurdistanê di rêûresm û hilkeftên “Çarşembesûrî, Newroz, 10ê Xakelêwe û sêzdebeder”ê de hêz û îradeya polayîna xwe bo berdewamkirina rêbaza şehîdan û gihîştin bi armancên netewiyên xwe û azadiyê, selimandine.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ