AFAD: Di erdhejan de 45 hezar û 89 kes mirine

.

AFADê aşkere kiriye ku di erdhejên ku navenda wan Mereş bûye de heta niha 45 hezar û 89 kes mirine û 11 hezar û 20 erdhejên piçûk çêbûne.

Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku di erdhejên 6ê Sibatê de yên ku navênda wan Mereş bûye de 45 hezar û 89 kes mirine.

Li gorî daxuyaniya AFADê piştî erdhejên ku di 6ê Sibatê de bi pileya 7.7ê û 7.6ê yên ku li Bazarcix û Elbistana Mereşê pêk hatiye, 11 hezar û 20 erdhejên piçûk çêbûye.

Mîlyon û 971 hezar û 589 mexdûrên erdhejê hene

Di erdhêjên ku bandora wan li bajarên Mereş, Hatay, Dîlok, Amed, Edene, Riha, Semsûr, Osmaniye, Kilîs, Meletî û Elezîzê bûye de heta niha mîlyon û 971 hezar û 589 kesan li bajarên ku çûne serî li qaymaqamtiya û walîtiya dane ku ew mexdûrên erdhejê ne.

Li gorî daxuyaniya AFADê li herêmê 6 hezar û 368 personelên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFAD, PAK, JAK, JOAK, DÎSAK, Ewlehiya Peravê, DAK, Guven, îtfaiye, tahlisiye, MEB, STK û ekîbên navneteweyî dixebitin.

Bi hejmara personelên li qadê yên ji AFAD, Polês, Cenderme, MSB, UMKE, ekîbên ambûlansan, xwebexş, ewlekariya herêmî û ekîbên piştgiriyê yên herêmî re hejmara personelên li qadê wezîfedar in bûye 234 hezar û 636.

Herweha heta niha li herêmên erdhejê 358 hezar û 37 kon hatine vedan.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt