Abdurrahman Kurt xwedî li Sopranoya Kurd Pervîn Çakar derket: Heyf e, Guneh e!

.

 Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, piştî ku Serokê CHPê Ozgur Ozel li konsera wê ya Stenbolê wekî rêzgirtina hunerê destê wê maç kiribû ketibû rojeva Tirkiyê û rastî gelek gotinên nijadperestî hatibû.

Piştre jî arşîvên wê yên TRTê hatibûn jêbirin û medya nêzîkî deshilatdariyê jî nûçeyên dijayetiya Çakar ya ji ber helwesta wê ya Kurdbûnê belav kiribûn.

Parlamentarê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt, li ser hesabê xwe yê Xê derengiya şevê bertek nîşanî êrîşên ser Pervîn Çakarê da û got, “Min nedixwest vê saeta we aciz bikim. Lê siyaseta ku li ser Pervîn Çakarê tê meşandin, bi awayekî cidî dikeve binpêkirina mafê mirovî û heqê ebdan. Vê li vî hesabî binivîsin jî ferq nake.”

Kurt got ku 'heyf e guneh e' ew dijayetî dibe sedema ku malbat û kesûkarên wê ji dîn, îman û mirovtiyê sar bibin û nabe ev lînçkirina bi neheqî bê qebûlkirin. 

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ