Abdurrahman Kurt: Helwesta rêzefîlma "Gurê Bitenê" nijadperestî ye

.

Endamê Navenda Lijneya Cîbicîkirina Biryaran ê AK Partiyê Abdurahman Kurt derbarê rêzefîlma bi navê “Gurê Bitenê” de ku bêrêzî li gelê Kurd û statuya Başûrê Kurdistanê kiribû, axivî.

Endamê Navenda Lijneya Cîbicîkirina Biryaran ê AK Partiyê Abdurahman Kurt derbarê rêzefîlma bi navê “Gurê Bitenê” de ku di kanala ATV ya Tirkiyê de hatibû weşandin û bêrêzî li gelê Kurd û statuya Başûrê Kurdistanê kiribû, ji Kurdistan24ê re diyar kir ku ev helwesteke nijadperest e.

Abdurrahman Kurt ragihand: “Ew helwest, helwesteke nijadperest e. Me ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu re jî rave kiriye û dê demeke nêz de derbarê rêzefîlma navborî de gav werin avêtin.”

Kurt destnîşan kir: “Bêrêzî û gotinên kirêt ên derbarê statuya Kurdistanê de nayên qebûlkirin û ji bo Tirkiyeyê Azerbaycan çi be, Kurdistan jî heman tişt e.”

Herwiha got: “Pirsgirêk bi xwînê çareser nabin, pirsgirêk bi siyaseta sivîl, demokrasî, hiqûq û dadweriyê çareser dibin.”

Abdurrahman Kurt diyar kir: “Destpêkirina geştên rasterast ên asîmanî yên navbera Hewlêr-Diyarbekirê, ji ber pandemiyê di 2 salên dawî de pêk nehat û niha xebat hene ku dest pê bike ku em hêvî dikin demek nêz de pêk were.” 

K24

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN