Abdurrahman Kurt banga hilbijartina dersên Kurdî li malbatên Kurd kir

.

 Endamê Encûmena Rêveberiya Biryarder a Navendî ya AK Partiyê Abdurahhman Kurt li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang li malbatên Kurd kir ku dersên bijarte yên Kurdî bo zarokên xwe yên li dibistanan hilbijêrin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê proseya hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî yên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî li dibistanên seretayî û navendî destpêkirine. Ji bo balkişandina li ser hilbijartina dersên Kurdî di nav zarokên Kurd û malbatên wan de ev demeke kampanya hatine destpêkirin û beşek ji rêxistinên civaka sivîl, sazî, kesayet û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê peyaman belav dikin.

Endamê Encûmena Rêveberiya Biryarder a Navendî ya AK Partiyê Abdurahhman Kurt îro roja Çarşemê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û daxwaz ji malbatên zarokên Kurd ên li dibistanan kir ku bo zarokên xwe dersên Kurdî yên bi zaravayên Zazakî û Kurmancî hilbijêrin.

Abdurahman Kurt peyama xwe zaravayê Zazakî û zimanê Tirkî belavkiriye û dibêje “Hetanî 20ê aşme mekteban de seba domananê (tutanê) xo dersanê zazakî yan zî kurmancî weçînê. Wayîrê ziwanê xo vejîn.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle