98 bergumanên DAIŞê li kampa Holê hatin desteserkirin

.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji roja 25ê Tebaxa 2022an ve operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” li hundirê kampa Holê daye destpêkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) di heyama 6 rojan de, 98 kesên pêwendiya wan bi DAIŞê re hene, li kampa Holê desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji roja 25ê Tebaxa 2022an ve bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” li hundirê kampa Holê daye destpêkirin.

Li gorî amarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di heyama van 6 rojan de, 98 kesên ku pêwendiya wan bi DAIŞê re hene hatine desteserkirin, 96 konên ku ji bo perwerdekirina zarokan û belavkirina hizra DAIŞê dihatin bikaranîn hatin rakirin.

Her wiha 3 tunelên ku çeteyên DAIŞê ji bo veşartinê bi kar dianîn û hejmareke alavên kuştin û eşkencekirin hatine dîtin.

Ev operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî wê tê, ji destpêka îsal ve 44 kes li kampa Holê hatine kuştin, di nava wan de 14 jin û 2 zarok hebûn.

Li gor amaran, 54 hezar û 390 kes li kampa Holê bi cih dibin, ji wan 27 hezar û 816 kes Iraqî û 18 hezar û 483 Sûrî û 8 hezar û 91 malbatên DAIŞê yên biyanî ne.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û wek metirsîtirîn kampa li cîhanê tê binavkirin.

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa Beşdarî Kongreya Yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Bû
Li Îraqê operasyona mezin a gendeliyê: Parlamenter û berpirsên bilind hatin desteserkirin
Nêçîrvan Barzanî Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî qebûl kir
Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin