9 kesên ku derbarê lîstika Amedspor-Bursasporê de hatibûn desteserkirin hatin azadkirin

.

 9 kesên ku li bajarê Bursa yê Tirkiyê derbarê provokasyonên leyistika di navbera Bursaspor û Amedsporê, de hatibûn desteserkirin, hatin azadkirin.

Kluba Amedsporê ku piraniya yarîzanên wê Kurd in, roja Şemiyê 5ê Adara 2023an  bi armanca leyistika ligel Bursasporê ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çûn bajarê Bursa yê Tirkiyê.

Heman şevê bi dehan alîgirên Bursasporê li ber wê otêlê kom bûn ku yarîzanên Amedsporê lê diman, slogana nîjadperestî “Çiqas bextewer e ew kesê dibêje Tirk im” bilind kirin.

Roja Yekşemê piştî nîvro, berî destpêkirina leyistikê, di dema leyistikê de û piştî bidawîbûna leyistikê jî çend caran yarîzan, alîgirên Bursasporê û polîsan êrîşî yarîzanên Amedsporê kirin.

Bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Bursayê derbarê wan provaksyonên li hember tîma Amedsporê  roja Dûşemê lêkolîn hatibû destpêkirin û 9 kes hatibûn destserkirin.

Li gor zanyariyan roja Sêşemê 7ê Adara 2023an piştî temambûna karûbarên yasayî kesên destserkirî bo dozgeriyê hatin şandin. 3 ji wan ji aliyê dozger ve hatin azad kirin û 6 kesên mayî jî bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatin şandin.

Hat ragihandin bi biryara dadgehê her 6 kesên mayî jî bi mercê kontrola dadî hatine azadkirin.

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye