8emîn Festîvala Şanoya Bajarê Amedê li dar dikeve

.

8emîn Fesivala Şano ya Bajarê Amedê bi diruşma ‘Va ye Cûdî va ye ev ax’ di 20’ê Cotmehê de dest pê kir û bi leystikên şanoyê û çalakiyên hunerî dê heta 30’ê Cotmehê berdewam bike. Di festîvalê de, ji bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Herema Kurdistanê jî, şanoger başdar bûne.

8emîn Festivala Şano ya Bajarê Amedê ku di 20 Cotmehê de dest pê kir, tê de 18 leystikên şanoyê tên nîşandan, atolyeyeke şanoyê û 2 semîner jî dê bêne lidarxistin.

Rêvebîrên festivalê balê dikşînin ku huner û şano, awaz û hestên vegotina tiştan e, loma jî di xwe de hêvîyên girîng dihewînin.

Endama Koma Şanoyê ya Jîyana Nû û Endama Desteya Kordîsnasyona Festivalê Rûgeş Kirici ji K24ê re got: “Li hember talankirina her tiştekî, talankirina xwezayê, çandê, ziman, bedena jinê û azadiya jinê; çi talan hebin, ev bertekek e bo wan talankirinan. Vegotinên me jî bi vê hunerê ye. Axa welatê me hatiye parçe kirin, lê bi van festivalan de hêzeke hevpar derdikeve holê.  Ji her parçeyên Kurdistanê berhem tên û em hevdîtînan çê dikin. Ev jî ez bawerim hêviya hunermendan jî, hêviya gel jî bilind dike.”

Şanogerên ku ji herema Kurdistanê beşdarî kiribûn jî, balê kişandin girîngiya çalakiyên wiha û ragihandin ku hunera şano li bakûr her diçe di asteke gerdûnî de, xwe bipêş dixe.

Şanoger Elî Kerîm got: “Bi şêweyeke giştî vê festivala ez kêfxweş kirim. Festival bi hunereke resen, ciwan û bihêz; ji aliyê hunermendên mezin û baş ve hatiye amade kirin. Kêfxweşim ku min wan berheman û wan kesan nas kir.”

Rêvebirên festivalê ragihandin ku di nav civaka bakûr û Diyarbekirê de, heza huner û bi taybet jî şanoya Kurdî gelek zêde ye û festival jî bi beşdariyeke girseyî birêve diçe.

Çavkanî: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin