8 endamên malbateke Efrînê ji Nîsana par ve girtî ne

.

 Li herêma Efrînê, malbateke Kurd ji 8 kesan, ku di nav wan de 3 jin û pîremêrek hene, ji nêzî salekê ve di zindanên çekdarên opozisyona Sûriyê de girtî ne. Ew malbat ji 24ê nîsana 2021ê ve, li ser destê polîsên serbazî ve hatine girtin.

Ji xelkê bajarokê Şiyê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji nêzî salekê ve, malbateke kurd bi jin û mêr, ciwan û pîremêr, di zindanên grûpên çekdar de girtî ne.  Roja 24ê nîsana 2021ê, polîsên serbazî, ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê,

Hisên Yûsif Hisên û pismamê wî Mistefa Hisên destgîr kirin. Piştî çend rojan hevjînên wan Zêneb Olaşî û Mîdya Olaşî destgîr kirin. Herwiha Mahir Mihemed û hevjîna wî Cîhan Olaşî destgîr kirin.

Di heman hilmetê de, bavê wan Yûsif Hisên 61 salî û birayê wan Izedîn Hisên destgîr kirin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn, Ibrahîm Şêxo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku heta niha tu kes nikare wan her heşt girtiyan bibîne û tirsa veguhestina wan ji bo Tirkiyê heye.

Bajarokê Şiyê ku tenê 3 kîlometreyan ji sînorê bakurê Kurdistanê dûr e, bajarokekî xwerû Kurd bûye. Lê ji dema ku hatiye dagirkirin ve, sîma û pêkhateya wê ya demografî bi temamî hatiye guhertin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike