77 Salîya Partî Demokrat a Kurdistana Îranê pîroz be

.

Em 77 saliya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hestên biratiyê pîroz dikin. Bi munasebeta 77 saliya partîya we, biryara we ya yekkirina her du PDK-Î-yan jî silav dikin. We bi vê biryarê silavek mizgînîyê şand Qadî Mohamed, Abdurehman Qasimlo û Dr Şerefkendî re. We ruhê bi hezaran pêşmergeyên şehîd, bi sedan hemwelatiyên ku sêdarên îdamê yê Molayên Îranê hatine daleqandin, kolberên ku li sînorê welatên xwe hatine gulebarankirin, şad kir.

Partî Demokrat wek avakar û heman demê de yek ji hilberîn Komara Mahabadê dinasin. Têkoşîna we ya bi biryardarî, bi sebir û domdar ji nêzîk ve dizanin û pê serbilind in. Di vê roja we ya pîroz, di salvegera 77 saliya we de, silavên piştgirên PAKê li Swêdê radighînin we.

Em hêvîdar in biryara we ya yekkirina her du PDK-Î yan şewqa xwe bide perçeyên din ên Kurdistanê û li wir jî bibe sedemên encamên bi xêr.

Rêz û silav

Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK/Swêdê

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt