750 hezar Dolarên din ji bo nûjenkirina Lalişê hat terxankirin

.

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê bi qasî 750 hezar Dolar ji bo nûjenkirina Perestgeha Lalişê ya Kurdên Êzidî terxan kir.

 Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê bi qasî 750 hezar Dolar ji bo nûjenkirina Perestgeha Lalişê ya Kurdên Êzidî terxan kir.

Bi terxankirina 750 hezar Dolar, alîkariya darayî ya Konsulxaneya Amerîkayê ji bo nûjenkirina Perestgeha Lalişê, bi giştî gihîşte 2 milyon û 300 hezar Dolaran.

Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks li ser vê mijarê ragihand: “Hikûmeta Amerîkayê pabendî parastina van şûnwaran e, ji bo nûkirin û parastina Perestgeha Lalişê, me 750 hezar Dolar terxan kiriye, ku bi vê yekê, piştevaniya darayî ya Amerîkayê ji bo nûkirina vê şûnwarê digihîje 2 milyon û 300 hezar Dolaran.”

Irvin Hicks destnîşan kir: “Ev piştevaniya darayî rê li ber wê yekê xweş dike ku nifşê siberojê yê Êzidiyan bikarin ola xwe peyrew bikin û têbigihin ku fikra tundrew a DAIŞê ti car nikare rê li ber wan bigre, em ligel civaka Êzidiyan, garantiya mayîna vî cihî bo sedsalên siberojê dikin.”

Çavkanî: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?