74 otomobîlên agirkujiyê ji bo Herêma Kurdistanê hatin dabînkirin

.

Îro 74 otomobîlên agirkujiyê li ser hemû dezgehên agirkujiyê yên Herêma Kurdistanê hatin dabeşkirin.

Rêveberê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî ragihand, hejmarek otomobîlên agirkujiyê ji bo hemû dezgehên agirkujiyê yên Herêma Kurdistanê hatine dabînkirin, ku ji taybetmendiyên wan, ew dikarin bigihin cihên zehmet û kolanên teng.

Hêmin Mîranî destnîşan kir jî, kontrolkirina belavbûna bûyerên agir ên mezin jî, taybetmendiyeke din a van otomobîlên agirkujê ye.

Rêveberê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvî xwast ku welatiyên Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi van otomobîlên bi vî rengî nebin, ji ber ku ev otomobîl ji bo şewatê ne. Lê bîguman peydakirina van otomobîlan dê bandorek mezin li rêgirtina belavbûna agir û rizgarkirina welatiyan bike.

Nûçe: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle