732 malbatên koçber vegeriyan Efrînê

.

 Li gor zanyariyên taybet ku Rûdawê ji nav herêma Efrînê bidest xistine, di nava 8 mehên borî de, 732 malbatên koçber vegeriyane herêma Efrînê. Ew malbat ji kampa Şehba, Heleb û başûrê Kurdistanê vegeriyane.

Li gor dîmenên  bi dest Rûdawê ketine tê dîtin malbateke Efrînî ji koçberiya neçarî vegeriyane nav mal û kes û karên xwe. Tevî zehmetî û astengiyên cor bi cor li pêş vegera koçberên Efrînî, lê ew bi her awayî hewla vegerê bo herêma xwe didin.

Li gor zanyariyên taybet ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji nav Efrînê bidest xistine:

732 malbat di 8 mehan de vegeriyane herêma Efrînê. 1-7 kesan hejmara endamên malbatên vegeriyane. 280 malbat vegeriyane navenda bajarê Efrînê. 170 malbat vegeriyane nehiyeya Şera. 282 malbat vegeriyane 5 nehiyeyên din ên herêmê.

Ji bo hêsankirina vegera koçberên Efrînî, Xidir Hemo, çalakvanê Efrînî ku dosyeya vegerê dişopîne, ji Rûdawê re got, divê rêgirî li koçberan neyê kirin û li nav Efrînê garantî bo wan bên dayin.

Li gor çavkaniyên ku ji nav Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne, yek ji astengiyên li ber koçberên vegeriyayî  ew e ku malên wan ji aliyê grûpên çekdar û malbatên wan ên hawirde ve desteserkirî ne. Heman çavkaniyan ji Rûdawê re dan zanîn ku valakirin û radestkirina malên koçberan dê wan bêhtir han bide ku vegerin herêma xwe.

Welatiyên Kurd li Efrînê di rewşeke xirab de dijîn, binpêkarî û siyaseta cudakariya di navbera wan û Erebên hawirde de berdewam e, niha ew ji alîkariyên mirovî jî tên bêparkirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de