7 partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê ji bo Efrînê 6 daxwaz ji Civaka Navdewletî kirin

.

7 partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê piştî êrîşa ser Newrozê ya şehîdkirina 4 welatiyên Kurd li navçeya Cindirêsê ya Efrînê bi daxuyaniyekê bangewazî li civaka navdewletî kirin.

Partiyên bi navên; Şepêla Azadiya Kurdistanê, Partiya Pêşverû, Partiya el-Wehde, Partiya el-Partî, Partiya Wîfaq, Komîteya MAF û Encûmena Rûspî û Serbixweyên Kurd di daxuyaniya hevbeş de 6 xal pêşkêş kirin û xwestin, herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve dagîrkirî ne ji aliyê civaka navdewletî ve bên parastin.

Hat xwestin ku Tirkiyê hêzên xwe ji wan herêman vekişîne, grûpên çekdar ji Efrînê bên derxistin û rêveberiya wê ji bo xelkê wê bê radestkirin, kujer radestî dadgehê bên kirin û bên cezakirin, mal û milkên Efrîniyan ji bo wan bên vegerandin û Grûpa Ehrar el-Şerqiye û hevşêweyên wê wek komeke terorîst bê naskirin.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn jî îro 22yê Adarê, li ber baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kom bûn û ew daxwazên xwe anînin ziman.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye