7 girtiyên hatine berdan ji Şamê vegeriyan Qamişlo

.

 7 girtiyên ku bi efûya Serokê Sûriyê Beşar Esed ji zindana Sêdnaya ya Şamê hatinbûn berdan bi rêya balefirgeha Qamişlo vegeriyan Rojavayê Kurdistanê.

Di 12emîn sala krîza Sûriyê de, Serokê Sûriyê Beşar Esed lêborîneke giştî roja 30ê Nîsana 2022yan,ragihand û hikûmeta wî welatî heta niha bi dehan girtî ji zindanên xwe derxistine, û proseya berdana girtiyan berdewam me.

Li gorî çavkaniyên Rûdawê, 7 girtiyên ku bi efûya Esed ji zindana Sêdnaya ya Şamê hatinbûn berdan bi rêya balefirgeha Qamişlo vegeriyan Rojavayê Kurdistanê.

Ew kesên hatine berdan û vegeriyane ev in: Nûşîn Mihemed Nezîr, Eymen Îmadedîn Necim, Îbrahîm Mihawiş, Omer El-Casim, Beşar Hemze, Xidir Mihemed El-Hesen û Mihemed El-Wekai.

Serokê Sûriyê Beşar Esed heftiya borî, efû ji bo girtiyên terorê derxist, di biryara efûyê de hatiye kesên destê wan di kuştinê de hebe, nayên berdan.

Heta niha bi sedan girtî hatine berdan, lê heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji girtiyên Kurd di zîndanên Hikûmeta Sûriyê de ne diyar e.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle