6 Kurdên Êzîdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

.

Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzîdî ji Destê DAIŞê da zanîn, 6 Kurdên Êzîdî yên di sala 2014an de li Şingalê ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

Li gor Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzîdî ji Destê DAIŞê ya ser bi Serokatiya Herêma Kurdistanê Hisên Qaidî diyar kir, 6 Kurdên Êzîdî yên di sala 2014an de li Şingal û derdora wê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

Herwiha Hisên Qaidî dsetnîşan kir, kesên ku hatine rizgarkirin ev  in: Sewsan Hesen Heyder, di sala 1998an de li Şingalê ji dayik bûye, Roza Emîn Berekat, sala 2002an li Herdanê ji dayik bûye, Wefa Elî Ebbas, di sala 2001an de li Koço ji dayik bûye, Mazin Cerdo Xelef, di sala 2007an de li Werdiyê ji dayik bûye, Rusîta Hecî Baco, di sala 2006 an de li Tiqesebê ji dayik bûye û Canî Ziyad Heyder, di 2007an de li Solaxê ji dayik bûye.

Hisên Qaidî eşkere kir, heta niha 82 gorên komî li Şingalê û derdora wê hatine dîtin.

Hat anîn ku heta niha çarenivîsa 2 hezar û 713 Kurdên Êzîdî ku 1270 ji wan jin û 1443 mêr in, ne diyar e.

Daneyên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzîdî destnîşan kir, beriya êrîşên DAIŞê, 550 hezar Kurdên Êzîdî li Şingalê dijiyan. Piştî êrîşan 360 hezar kes koçber bûn û heta niha 100 hezar Kurdên Êzîdî reviyane derveyî welat.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin