56 malbatên DAIŞê yên xwestin ji Kampa Holê birevin hatin girtin

.

Asayişa li Rojavayê Kurdistanê hewla revîna 56 malbatên DAIŞê ji kampa Holê ya li Hesekê pûç kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) îro di daxuyaniyekê de belav kir, duhî Sêşemê danê nîvro hêzên wan karîn barhilgirekê desteser bikin ku hewl dida 56 endamên malbatên DAIŞê ji kampa Holê birevînin.

Diyar kir jî, kesên hatine desteserkirin, 39 zarok û 17 jin bûn û her wiha qaçaxçî ku ew ji kampê derxistibûn jî hat girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn askere kir jî, hêzên wan di heyama dawî de gelek hewildanên revîna malbatên DAIŞê ji kampa Holê pûç bikin.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 56 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Rêvebiriya xweser jî dibêje ku karînên wan sînordar in, nemaze ku bi hezaran çekdar jî di zindanên wan de hene, êdî ev rewş pêwîstiya wê destêwerdaneke navdewletî ye.

Kurdistan Haberleri

Pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê Li Danîmarka
PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be