500 komandoyên bi paraşûtan ên Rûsyayê gihîştine Qamişloyê

.

 Hêzeke Rûsyayê bêhtirî 500 komandoyên bi paraşûtan gihîştine Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê.

Ev çend roj in tevgera firoke û helîkopterên Rûsyayê li Qamişlo û bajarên din yên herêma Cizîrê tê dîtin.

Bicîkirina hêza bi paraşûtan ya Rûsyayê li Qamişlo piştî gefên Tirkiyê û çekdaran ser bi wê ve tê ku Tirkiyê diyar kiribû dê li dijî Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyonekê bikin.

Heta niha ji aliyên Rûsya û Amerîka piştgiriya operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê nakin û ji Tirkiyê dixwazin ku li operasyoneke wiha nefikire.

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa Beşdarî Kongreya Yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Bû
Li Îraqê operasyona mezin a gendeliyê: Parlamenter û berpirsên bilind hatin desteserkirin
Nêçîrvan Barzanî Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî qebûl kir
Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin