Rûniştina darizandina girtiyên doza Lalezarê piştî şêwira desteya dadweriyê ya ji bo biryara dawî hat kirin.
Dadgehê cezayê 5 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Lahûr Şêx Cengî birî.
Her wiha biryara berdanê ji bo du girtiyên heman dozê derket.
Cezayê Polat Şêx Cengî û Rêbiwar Hamî
Nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî ragihand ku dadgehê 5 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Lahûr Şêx Cengî biriye.
Her wiha 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li birayê wî Polat Şêx Cengî û 2 sal cezayê girtîgehê jî li Rêbiwar Hamî Hacî Xalî hatiye birîn.
Du girtî hatin berdan
Li gorî agahiyên ku Nûçegihanê Rûdawê dane, dadgehê biryara berdanê ji bo du girtiyên doza Lalezarê daye.
Ew her du kesên ku biryara berdana wan hatiye dayîn şofêr Umer Şêxe û bexçevan Keywan Mihemed in.
Li Lalezarê çi qewimîbû?
Şeva 22yê Tebaxa 2025an, hêzên ewlehiyê yên ji yekîneyên Dijîteror, Asayîş û Komandoyê, Otela Lalezarê ya li Silêmaniyê ku Lahûr Şêx Cengî li gel hinek berpirsên partiya wî (Eniya Gel) û parêzvanên xwe lê dima xist bin dorpêçê.
Di encama operasyonê de Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polat Şêx Cengî û parêzvanên pê re hatin desteserkirin.
Piraniya wan parêzvanên hatibûn desteserkirin pişt re qonax bi qonax hatin berdan lê biryara girtinê ji bo kadroyên sereke berdewam kir.
Bîlançoya şerê bi çekan ê şeva bûyerê giran bû.
Li gorî daxuyaniyên fermî, di pevçûnên dema operasyonê de 5 kes mirin û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn. (RN)