Hikûmeta a Sûriyeyê 49 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên dîl serbest berdan û ew şervan îro gihîştin bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê.
Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Giştî yê Parêzgeha Hisîçayê Siyamend Efrîn (Mehmûd Xelîl) ji Rûdawê re axivî.
Wî ragihand ku vê sibehê 49 şervanên HSDyê hatine berdan û di nav wan de 2 jin jî hene.
Şervanên ku hatine berdan ji Kurd û Ereban pêk tên.
Nûçegihana me Vîviyan Fetahê ragihand ku ew îro serê sibehê gihîştine Hisîçayê.
Piraniya wan şervanan ji Heleb, Reqa û Efrînê ne.
Her wiha Rûdawê lîsteya navên wan şervanan bi dest xist.
Hîn jî şervanên girtî hene
Beriya niha 26ê Hezîranê jî 2 şervanên HSDyê yên bi navên Diyar Hisên Mehmûd û Hesen Newaf serbest hatibûn berdan.
Lê belê li gorî agahiyan, hîn jî gelek şervan di destê hikûmeta veguhêz de girtî ne.
Fermandariya Giştî ya HSDyê 28ê Nîsana 2026an daxuyaniyek dabû.
Wê demê hatibû diyarkirin ku 1070 dîlên wan di destê hikûmeta Sûriyeyê de ne.
Dûv re nêzîkî 800 ji wan hatibûn berdan û nêzîkî 300 şervan girtî mabûn.
Divabû ew jî bihatana berdan lê pêvajo temam nebû û ti dem jî nehatibûn diyarkirin.
Divê were gotin ku HSDyê meha Tebaxa borî bi daxuyaniyekê xwe fesix kiribû.