43 navendên mafên mirovan derbarê Îranê de daxwazekê ji Netewên Yekgirtî dikin

.

43 navendên navdewletî yên mafên mirovan daxwaza civîneke awarte ya Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî û lêkolîneke bilez li ser tepeserkirina xwepêşandanên Îranê dikin.

43 sazî û navendên mafên mirovan di daxuyaniyekê de gotin: “Li gorî amarên berdest, zêdetirî 200 xwepêşander di nav wan de 23 zarok hene di xwepêşandanan de hatine kuştin û bi sedan jî birîndar bûne. Hin belge hene diçespînin ku çend dezgehên ewlekarî yên Îranê bi awayekî plankirî, bi qest û neqanûnî teqe li xwepêşanderan dikin.”

Zêdetirî mehekê ye li bajar û bajarokên Îranê xwepêşandan ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî berdewam in. Xwepêşander û malbata Jîna tekez dikin ku keça wan ji ber tundiya polîsên ewlehiya civakî hatiye kuştin. Lê raporta fermî ya hukûmeta Îranê, wê yekê red kir ku ew rastî tundûtûjiyê hatibe.

Kuştina Jîna Emînî bû sedema nerazîbûnên navxweyî û navdewletî û Yekîtiya Ewropî siza li ser 11 karbidestên Îranî û 4 dezgehên ewlekarî sepandibû.

Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Abdullahian çend demjimêran piştî ragihandina sizayên nû yên Yekîtiya Ewropayê, got: “Yekîtiya Ewropayê xeletiyek kir û di hewleke ne bicih de, dîsa serî li karekî kevin û bêbandor a sizayan da.”

Abdullahian tekez kir ku biryara Yekîtiya Ewropa li ser bingeha “komek agahiyên şaş” hatiye girtin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle