35 hezar xwendekaran Kurdî hilbijartiye

.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê ragihand ku sala perwerdeyê ya 2024-2025an 35 hezar xwendekaran waneya Kurdî hilbijartiye.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn pirsên Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê yên li ser dersa nemecbûrî ya Kurdî berisvandin.

Li gorî amarên ku Tekîn dane, sala perwerdeyê ya 2024-2025an 31 hezar û 199 xwendekaran dersa Kurmancî û 3 hezar û 805 xwendekaran jî dersa Kirmanckî hilbijartiye.

Tekîn diyar kir ku di çarçoveya wan dersan de 52 hezar û 500 materyalên xwendin û nivîsandinê dane xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartiye.

10 mamosteyên Kurdî

Yusuf Tekîn da zanîn ku dê îsal 10 mamosteyên Kurdî bên tayînkirin ku 6 ji wan ên Kurmancî û 4 ji wan jî yên Kirmanckî ne.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê diyar kir ku sala perwerdeyê ya 2023-2024an 23 hezar xwendekaran waneya Kurdî hilbijartibû lê ev hejmara sala 2024-2025an bûye 35 hezar.

“Gelek astaeng hene”

Parlamentera DEM Partiyê amaje pê kir ku astengiyên li pêşiya Kurdiyê berdewam dikin û got:

“Ji bo Kurdî taleb heye lê gelek asteng hene.

Hejmara xwendekarên ku Kurdî hilbijartiye li gorî par bi qasî 12 hezaran zêde bûye lê materyalên ku hatine dayîn bi qasî 3 hezar û 206 heban zêde bûne.

Li vir kêmasiyek heye, hevsengî nîne.”

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî