34 rêxistinên Kurd û Sûrî binpêkariyên Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê şermezar kirin

.

34 rêxistinên Kurdî û Sûrî di daxuyaniyekê de, binpêkariyên dewleta Tirkiyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê şermezar dikin û dawaza rawestandina wan bipêkariyan dikin.

Di heman daxuyaniyê de, ku kopiyek jê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, hate şandin, wan 34 rêxistinan ragihandiye ku dewleta Tirkiyê bi beşdariya grûpên çekdar ên alîgirên wê, li Herêma Efrînê binpêkariyên mezin dikin û rewşa koçberên wê heêrmê li kampên Şehbayê û navçeya Til Rifeet û gundên Şêrawa, gelekî zehmet kiriye.

Ew 34 rêxistin daxwazê ji Civaka Navdewletî û sazî û rêxistinên mirovî û aliyên herêmî û Rûsyayê dikin ku bi erkê xwe rabe derbarê rêgirîkirinê li ber êş û azarên niştecî û koçbrên wan navçeyan û guşarê li ser Tirkiyê bike ji bo ji hemû navçeyên li Sûriyê dagîr kirine derkeve.

Ji rêxistinên ku li ser wê daxuyaniya 31-12-2022yan îmze kiriye: Rêxistina Mfên Mirovan Efrîn –Sûriye, Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê, Rêxsitina Mafên Mirovan li Ferat û hejmareke din ji rêxistinên Kurdî û Sûrî.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle