32 salan di girtîgehê de ma: Dema hate girtin hevjîna wî ducanî bû, niha kalikê 4 zarokan e

.

Fewzî Esenê ku dema hevjîna wî 3 mehan ducanî bû ket girtîgehê, piştî 32 salan hat berdan.

Fewzî Esenê ku piştî 32 salan hate berdan, li Edeneyê ji aliyê xizm û hezkiriyên xwe ve hat pêşwazîkirin. Hevdîtina Fewzî Esen û dayika wî bû rojeva tora civakî.

Dayika Fewzî Esen bêyî piştgiriya xizmên xwe nikaribû li ser pêyan bisekine û hevdîtina wan a bi vî awayî hêsir ji çavên xelkê barandin.

Li Fevzî Esen sala 1991ê li Sêrtê ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi hinceta ku "hewl daye beşeke axa di bin serweriya dewletê de veqetîne" cezayê heta hetayî hat birîn.

Divabû Fewzî Esen piştî 30 salî bihata berdan lê berdana wî bi hincetên cuda cuda dihat taloqkirin.

Fewzî Esen doh ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa Hyê ya Eskîşehîrê hat berdan û çû cem malbata xwe ya ku li Edeneyê dijî.

Fewzî Esen niha kalikê 4 zarokan e.

Fewzî Esenê ku piştî 32 salan hate berdan, li Edeneyê ji aliyê xizm û hezkiriyên xwe ve hat

pêşwazîkirin.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn