32 sal li ser yekem rûniştina Parlamentoya Kurdistanê re derbas dibe

.

32 sal berî naha yekem rûniştina Parlamentoya Kurdistanê pêkhat û rêveberiya ragehandina Parlamentoya Kurdistanê jî behsa wan yasayên giring dike ku di sala yekem a temenê Parlamentoyê Kurdistanê de hatibûn derxistin.

Rêveberê ragehandina Parlamentoya Kurdistanê Saman Bekir di nivîseke di tora xwe ya civakî Facebookê de ragehand: ‘’Piştî şikestina gotûbêjên di navbera Eniya Kurdistanî û Rejîma Beis a roja 26.10.1991ê hikûmeta Iraqê dest bi vekêşandina saziyên îdarî yên li navçeyên Kurdistanê kir. Vê yekê valatîyeke yasayî û îdareî çêkir. Eniya Kuridstanê bi serokatiya hekîmane ya Serok Mesûd Barzanî de wê demê ku Eniya Kurdistanî ji 7 partiyan pêkhatibû û wek desthilata defakto ya navçeyê di asta ribûrûbûna wan tengezarî û pêşketinên siyasî û îdarî û yasayî de bû, ku rejîmê li Kurdistanê çêkiribûn. Ji bo rêvebirina Herêma Kurdistanê û danîna desthilatiya yasayê Eniya Kurdistanê fikra damezrandina sîstemekî parlamentoyê kir, bi rêya encamdana helbijartineke serbixwe ya azad û demokratîk ve roja 19.05. 1992yê pêkhatin ve nûnertiya gel hate diyar kirin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Di vê çarçoveyê de Parlamentoya Kurdistanê roja 04.06.1992yê de yekem rûniştina xwe birêve bir, ku bû destpêkekî dîrokî ya nû ji bo jidayîkbûna yekem a Parlamentoya Kurdistanê û wek dirêjiya xebata gelê Kurdistanê ya li gel hemû parçeyên din ên Kurdistanê.’’

Rêveberê ragehandina Parlamentoya Kurdistanê dibêje: ‘’Di destpêka karê parlamentoyê de sala 1992yê de Parlamentoya Kurdistanê 16 yasayên giring li dû hev pejirand ku yên herî giring, pejirandina yekem yasaya helbijartina encûmena niştimaniya Kurdistanê (Parlamento) bû û yasaya helbijartina rêveberiya Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd û yasaya encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bû. Bi wan pêngavan Parlamentoya Kurdistanê nexşerêya hikûmraniyê û xwebirêvebirina netewa me ji aliyê yasayî ve darêjand.

Herwaha divê ew rastî jî bê gotin ku jidayîkbûna parlamentoyê û avakirina hikûmetekî ji bo Herêma Kurdistanê berhemê berdewamiya siyaset û xebata ji hev qutnebûyî ya gelê me ye ku bi rêbertiya Barzaniyê Nemir de pêkhatiye.

Rêveberê ragehandina Parlamentoya Kurdistanê Saman Bekir dibêje; ‘’Bibîranîna yekem rûniştina Parlamentoyê û avakirina yekem hikûmeta yasayî û rewa ya pêkhateya destûrî ya herêma me tê wê wateyê ku; Ti sazî û desthilat û hêzek nikare rewabûna saziyên Herêma Kurdistanê rawestîne.’’

Kurdistan Haberleri

Li Şirnexê du bîrên nû yên petrolê dikolin
KANADA - Rola Kurdan a di bipêşxistina mirovahiyê de hat nîqaşkirin
Netanyahu Komkujiya Ermeniyan nas kir
Ji ber gefên Amerîkayê, Hikûmeta Iraqê qanûnnameya Heşda Şeibî bi paş ve kişand
Balyozê Ewropayê li ser bûyerên li Silêmaniyê axivî