31 sal bi ser ‘Koça Milyonî’ ya Kurdên Başûrê Kurdistanê de derbas bûn

.

 Di 31ê Adara 1991ê de ango 31 sal berê, Gelê Kurd ji Başûrê Kurdistanê koçeke komî kir ku wekî koça qebûlnekirina bindestiyê û xwedîderketina rûmeta Kurdayetiyê tê zanîn.

Herwiha ev koça ku bi ‘koça milyonî’ jî tê nasîn, di nav dîroka Kurdistanê de bû destpêka pêvajoyeke nû da ku herêma dije firînê li Kurdistanê were avakirin.

Piştî serkeftina raperîna mezin a Gelê Kurd a li Başûrê Kurdistanê ku li hember rejîma dîktatoriya Beasê çêbûbû, di sala 1991an de rêjîmê hêzeke mezin li ser sînorên Kurdistanê civand û biryara car din dagirkirina deverên azadkirî yên axên Kurdistanê da. Gelê Başûr jî bi helwesteke giştî li dijî dagirkerî û bindestiya Rejîma Beasê derket û bi awayê komî berê xwe da sînorên din ên Kurdistanê.

Bi bandora vê koça komî ya Kurdan, Neteweyên Yekbûyî bi armanca pêşîlêgirtina jenosîdeke din a li Kurdistanê, biryara 688 a Civata Ewlekariyê ya ji bo avakirina herêma dije firîn xist meriyetê. Bi vî awayî Gelê Kurd car din vegeriya Kurdistanê û dest bi avakirina binesaziya welatê xwe kir.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle