3 ton masiyên Gola Wanê ji mirinê hatin rizgarkirin

.

Masiyên Gola Wanê ji bo hêkên xwe li avên şêrîn bikin û zêde bibin, di vê demsalê de ji Gola Wanê ku ava wê bi xwê û soda ye ber bi avên şêrîn ên wek çem, rûbar û golan koç dikin, lê carinan dikevin co û erqên asê û jinav diçin.

Zarok, gundî û karkeran re di nav lez û bezekê de ne, ji bo rizgarkirina masiyên Gola Wanê ku di co û erqên avê de asê mane.

Nêzîkî 3 ton masiyên Gola Wanê yên ku li gundê Erçekê yê li tenişt Gola Wanê di coyên avê yên cotkaran de asê mabûn bi satilan bo avên şêrîn hatin veguhestin û rizgarkirin.

Rêveberê Şaxa Berhemên Avê û Masîvaniyê ya Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Wanê Muhammet Demir dibêje “Çavkaniya avê nêzîkî 2 kîlometreyan dûr e. Me wek Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Bajêr bi zarok, ciwan û welatiyên gundê Erçekê re tekoşîneke nuwaze meşand û me nêzîkî 3 ton masî jinavçûnî rizgar kirin.”

Berpirsê Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Wanê, ji bo alîkariya wan a bêhampa bo veguhestina masiyan spasiya gundiyan kir.

Muhammet Demir got jî “Bi rastî ez spasiya xelkê Erçekê dikim. Xelkê Erçekê bi zarok û ciwanan hemûyan bi hev re alîkariya me kirin û masî bi satilan ji coya ava hatibû birîn bo çavkaniya avê ya bingehîn veguhestin.”

Li Gola Wanê ku salane 10 hezar ton masî tên girtin, di navbera 15ê Nîsanê heta 15ê Temûzê nêçîra masiyan tê qedexekirin. Masiyên Gola Wanê havînan heta 25 metre kûrahî û zivistanan jî heta 60 metre kûrahiyê tên nêçîrkirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê di medyaya Îranê de
Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
Girêbesta Iraq û Amerîkayê nakokî xistiye navbera serkirdeyên Şîe
Li Dêrsimê ‘Konferansa Komkujiya Dêrsimê û Seyîd Riza’ hat lidarxistin
Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir