3 saziyên fermî yên Yekîtiya Ewropa civînên Tirkiyê betal kirin

.

Saziyên sereke yên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên Konseya Ewropa, Komîsyona Ewropa û Parlamena Ewropayê biryar dan ku civînên fermî yên li Enqere û Antalyayê plan kirine, betal bikin.

Hate ragihandin ku ev gav weke nerazîbûneke berçav a li hemberî geşedanên demên dawî yên li Tirkiyeyê ye ku Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu û namzedê serokomariyê hatiye girtin.

Di dîroka YE de cara yekem e ku Konsey, Komîsyon û Parlamen li dijî Tirkiyeyê di asta hişyariyê de pêwendîyên xwe betal kirine. Li Tirkiyeyê girtina şaredaran, zextên li dijî rojnamevan û muxalîfan û binpêkirina hiqûqê weke “ne li gorî nirxên YE’yê” tê dîtin ku ev biryar ji ber van kiryaran hatiye wergirtin.

Endama Berpirsyariya Pêşketinan a Komîsyona Ewropayê Marta Kos ve ragihand, “Em ji welatekî endamê YEyê, li benda standartên demokratîk ên herî bilind in. Girtina Îmamoglû ya beriya namzetiya serokkomariyê, pirsên cidî bi xwe re tîne.”

Kos bang kir ku mudaxeleyî protestoyên li Tirkiyeyê neyê kirin.

Demokratên Xiristiyan (EPP) ragihand ku civîna Komîsyona Parlamenê ya Têkel a Tirkiye-YEyê betal kirine ku dihat plankirin 14-15ê Nîsanê bê lidarxistin.

Raportorê PEyê yê Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor jî got, “Tirkiye ji rê derdikeve”

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK