3 roj in ku Cûdî dişewite: Nahêlin agir were vemirandin

.

Li navçeya Silopyayê ya Şirnexê, 3 roj in agir bi daristana Çiyayê Cûdî ketiye û leşker rê nadin ku agir bê vemirandin.

Li Çiyayê Cûdî di navbera gundên Sorbitmê û Gera Mihetê yên nêzîkî qereqoleke leşkerên Tirkiyeyê 26ê Tîrmehê demjimêr 22.00an agir dest pê kir.

Di vîdeoyeke ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin, tê dîtin leşker bi ken behsa şewata li Çiyayê Cûdî dikin.

Li gorî zanyariyan, agir ji ber topbarana artêşa Tirkiyeyê derketiye û ji bo vemirandinê ti xebat nayê kirin.

Herwiha leşker rê nadin ku gundî jî biçin herêmê û agir vemirînin.

Li herême ba gur e û ji ber bayê gur agir her ku diçe berbelavtir dibe. 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle